Lîreya Tirkî li hember dolarê Amerîkî rekoreke dîrokî tomar kir

Dirav
Dirav

Navenda Nûçeyan (K24) – Dolarê Amerîkî li hember lîreya Tirkî rekoreke dîrokî tomar kir û nirxê her dolarekî, 20 lîre derbas kir.

Lîreya Tirkî nirxê xwe yê li hember pereyên biyanî roj bi roj ji dest dide û îro jî rekoreke nû li ser vê nirxê jidestdanê hate tomarkirin.

Îro danê sibe li bazarên Tirkiyê, dolarekî Amerîkî 20 lîre derbas kir. Lê piştî demekê daket 19.81 lîreyan.

Siyaseta hikûmeta Tirkiyê ya kêmkirina fayîzan, gelek sedemên siyasî yên cûrbecûr û siyasetên aboriyê, dibe sedema daketiya nirxê lîreyê.

Lîre li gor sala borî nirxê xwe ji sedî 25 kêm kiriye û piştî hilbijartinê tê çaverekirin ku nirxê xwe bi dijwarî kêm bike.