Li bajarên Mêrsîn û Edenê lehî rabû
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarên Mêrsîn û Edenê yên Tirkiyê lehî rabû, bi dehan otomobîl û mal di bin avê de man.
Derengê şeva borî baraneke bihêz li bajarokê Tersûsê yê Mêrsînê barî û lehî rabû. Di encama lehiyê de hejmareke mezin ji otomobîlan û hin mal û avahî di bin avê de man.
Li hin cihan rê hatin û dîrekên kahrebayê rûxiyan, lê heta niha ti ziyaneke canî nehatiye tomarkirin.
Lehî li bajarê Edeneyê jî rabû û hejmarek mal û avahî di bin avê da man.
Ji aliyekî din ve Rêveberiya Keşnasiyê bo 15 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya baraneke bihêz da.