Mesrûr Barzanî: Me daxwaz ji pispor û wezaretan kiriye ku di projeyan de standardên navdewletî bicih bînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panelekê de li Pêşangeha Navdewletî ya Bînesazî û Avedankirin li Hewlêrê de daxwaz ji pispor û wezaretan kir ku di projeyan de standardên navdewletî bicih bînin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23ê Gulana 2023an, 13emîn Pêşangeha Bînesazî û Avedankirinê li Hewlêrê vekir, piştre beşdarî paneleke teybet bû û tê de ragihand, bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bernameyeke xizmetguzarî ye. Di avakirinê de, çend prensîp hene ku divê meriv li ber çavan bigire, di nav de nirxên yekîneyên nişticihbûnê û pêwîstiyên xelkê ku divê bi rengekî ku mirov bikare jê sûd werbigire.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî aşkere kir, wan ji wezaret û pisporên xwe xwestiye ku standardên navdewletî yên ku rê pê hatine dayîn, bicîh bînin û got: “Li ofîsa min jî, kesin hene ku çavdêriya kalîteya avahiyan dikin.”

Di nav prensîpên ku divê di warê avakirinê de li ber çavan bê girtin, sîmaya bajêr e, bi gotina Serokwezîr, her avahiyek li Kurdistanê were çêkirin, divê ligel sîmaya bajaran bigunce û got: “Em dixwazin Kurdistan bibe cihekî xweş.”

Prensîpeke din a ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa wê kiriye, kalîteya di warê avahîsaziyê de û ragihand, nabe kêmnirxî li ser hesabê xirapiya kalîteyê be û got: Em dixwazin Kurdistan bibe cihekî xweş.

Prensîbeke din a ku Serokwezîr behsa wê kiriye, qalîteyê ye, ku tê de got ku divê nirxê kêm nebe hesabê nebaşiyê "Divê qalîteya avakirinê li ber çavan bê girtin û di astekê de be ku mirov pê bawer bin û şiyana parastinê hebe," wî got.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, divê qada kesk jî li ber çavan bê girtin, da ku ne tenê bajarekî betonî be, di avahiyan de xizmetguzariyên taybet ji bo kêmendaman hebin.

Serokwezîr got, divê ew keresteyên ku di avahiyan de tên bikaranîn bi kalîte bin, eger kesek bixwaze di van tiştan de xapandinê bike, dê derbarê wan de tedbîrên qanûnî bên girtin. Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got jî: “Dema welatiyek bixwaze yekîneyeke niştecihbûnê di avahiyekê de bikire, divê li ber çavan bê girtin ku ew yekîneya wî ya niştecihbûnê ewle be.”

Mesrûr Barzanî da zanîn jî, bernameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo avakirina 20 hezar xanî ji bo kirêgirtiyan û malbatên kêmderamet heye.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: beşeke din jî avakirina xaniyan bo malbatên serbilind ên şehîdan e ku em ê li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê bê pere ji wan re dabîn bikin.