Çavuşoglu: Ji bo jinavbirina YPGê em ê bi rejîma Sûriyê re hevkariyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu eşkere dike, ew ê ji bo jinavbirina YPGê bi rejîma Sûriyê re hevkariyê bikin, bêyî ku guh bidin hêzên ku piştevaniya wê dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di berbameyekê televîzyonî de li ser danûstandinên wan ên çaralî yên ligel Sûriye, Îran û Rûsyayê axaft û diyar kir, wan bi rejîmê re biryar girtine ku di asta cîgirên wezîrê derve de komîsyonekê ava bikin û ew komîsyon dê li ser nexşereyekê ji bo vegerandina penaberan kar bike.

Çavuşoglu got jî: Bi milyonan penaber dê li navçeyên di bin kontrola rejîmê de ne, werin vegerandin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê di berdewamiya axaftina xwe de eşkere jî kir, ew ê ji bo jinavbirina YPGê ji bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi rejîmê re hevkariyê bikin û got, kî piştgiriya YPGê bike bila bike, ew rijd in ku li dijî piştgiriya Amerîkayê û Fransayê jî, YPGê jinav bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan beriya niha gotibû, welatê wî dê di sala 2023an de gavên pêwîst ji bo avakirina herêmeke ewlehiyê bi kûrahiya 30 km li ser sînorê Sûriyê, bavêje.