11emîn Festîvala Şêwekariyê li Zanîngeha Duhokê lidar ket

Duhok (K24) – 11emîn Festîvala Hunerî ya Beşa Hunerî ya Zanîngeha Duhokê hat lidarxistin. Tê de zêdetirî 1700 tabloyên qonaxên cuda û 188 projeyên derçûnê yên qonaxa dawî hatin pêşandan.

Festîvala di bin navê “Huner Afirandina Zanistî û Zanînê” de lidar xist. Bi gotina serpereştê festîvalê, di tabloyan de mijarên girêdayî çand û êşên Kurdan bi şêweyekî nûjen hatine xêzkirin.