Artêşa Iraqê xendeqê li derdora Kampa Mexmûrê vedike

Li gor medyaya Iraqê, Artêşa Iraqê dest bi vekirina xendeqekê li derdora Kampa Mexmûrê kiriye, ku bi sedan malbatên alîgirên PKKê tê de niştecî ne.

Hewlêr (K24) – Li gor medyaya Iraqê, Artêşa Iraqê dest bi vekirina xendeqekê li derdora Kampa Mexmûrê kiriye, ku bi sedan malbatên alîgirên PKKê tê de niştecî ne.

Medyaya Iraqê ragihandiye, ev pêngava artêşa Iraqê ji bo danîna sînorek bo çalakiyên PKKê, wek; proseyên çekdarkirinê, xapandina ciwan û zarokên li nav kampê, herwiha veşartina çekan û dirustkirina şaneya elektronîk ji bo xizmetkirina berjewendiyên PKKê.

Berpirsekî ewlehiya Iraqê jî, ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji Erebiya Cedîd re ragihandiye, ji bilî lêdana xendeqê, hejmarek bircên çavdêriyê û xala hatûçûnê ji bo nav û derveyî kampê têne danîn û bêyî rizamendiya artêşê, rêya hatûçûnê ji wan xalan ve bi ti kesekî nayê dayîn.

Herwiha gotiye, ferman ji wan re hatiye ku rûbirûyî her hewleke PKKê bibin ku bixwazin karê vekirina xendeqê û danîna xala çavdêriyê têk bibin û bi biryara Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar, divê ev kamp bi temamî bikeve bin kontrola artêşa Iraqê û ala Iraqê tê de were bilindkirin û erkê vekirina xendeqê jî li stûyê îdareya parêzgeha Neynewayê ye.