Plasschaert: Şerê siyasî yê navxwe yê li Herêma Kurdistanê gelek bêzarker e

Hewlêr (K24) – Neteweyên Yekgirtî daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, di dema herî nêz de çareseriyê ji bo kêşeyên li ber hilbijartinan bibînin û hilbijartinan bikin.
Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, şerê siyasî yê navxwe yê li Herêma Kurdistana Iraqê gelek bêzarker e.
Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje: “Careke din em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku li berjewendiya hemû xelkê kar bikin û çareseriya hevbeş ji bo kêşeyên diyar ên li ber hilbijartinan di demeke herî de bibînin.”
Plasschaert diyar dike, hilbijartineke ku cihê bawerî û di dema xwe de be, pêwîstiyeke demokrasiyê ye.
.@JeanineHennis: Ongoing political infighting in KRI is very disturbing. Once again, we call on all parties to work in the interest of all peoples and find common ground on outstanding electoral issues soonest. Timely, credible elections are a democratic essential.
— UNAMI (@UNIraq) May 24, 2023