Stoltenberg: Heta ku şer berdewam be endamtiya Ukraynayê di bernameya NATOyê de nîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg eşkere kir, endamtiya Ukraynayê di nav NATOyê de di nava şer de, di bernameya wan de nîne.
Jens Stoltenberg di beşdariya çalakiya Korbenda Brukselê de ku ji aliyê Saziya Hizrî ya German Marshall Fund ve hatibû lidarxistin, gotarek pêşkêş kir.
Li ser pirsa "Gelo şerê navbera Ukrayna û Rûsyayê, endamtiya Ukraynayê bo NATOyê, hêsan kiriye an na?” Jens Stoltenberg ragihand: “Erê û na, ez bawer im hemû kes agahdarê wê yekê ye ku endamtiya Ukraynayê di NATOyê de di demekê de ye ku di nava şer de ye, loma di bernameya me de tune ye, pirs bêhtir di wê yekê de ye ku dema şer temam bibe, dê çi rûbide?”
Sekreterê Giştî yê NATOyê diyar kir, şer ji ber wê piştevaniya ku li Ukraynayê hatiye kirin, welatên li nav NATOyê nêzîk kiriye.
Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.