Gaggins: Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir nêzîkî 10 milyar dolaran dixe xezîneya Esed

Hêzên ewlehiyê yên Siûdiyê dest datînin ser bareke Captagonê ya ji Sûriyê ve hatiye
Hêzên ewlehiyê yên Siûdiyê dest datînin ser bareke Captagonê ya ji Sûriyê ve hatiye

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê radigihîne, “Hikûmeta Sûriyê salane di navbera 5.7 milyar û 10 milyar dolaran de, ji çêkirin û bazirganiya madeyên hişbir distîne.

Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî Miles Gaggins li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir yên neyasayî û nerwa li Sûriyê salane di navbera 5.7 û 10 milyar dolaran de dixe xezîneya Esed.”

Gaggins got jî, dewletên Kendavê ji Şamê dixwazin ku rêkarên tund li hember dirustkirin û bazirganiya madeyên hişbir bigire û bingehek belaş nede kargehên çêkirina hebên Captagonê.

Di van demên dawîn de, gelek raporên medyaya navdewletî behsa wê yekê dikin ku pasewanên sînor ên hin welatên Rojhilata Navîn, dest danîne ser barên Captagonê ên ji Sûriyê tên. Dibêjin jî ku ev welat bûye navendeke herêmî ya bazirganiya madeyên hişbir.

Welatên Kendavê û bi taybet Erebistana Siûdiyê jî di nav wan de, bûye cihekî sereke ya qaçaxçiya madeyên hişber ya ji Sûriyê ve. Hêzên ewlekariyê yên Siûdiyê jî rojane hejmareke mezin ji hebên Captagonê desteser dikin.

Raporên medyayî yê rojava jî piştrast dikin, Firqeya 4 a bi serokatiya birayê serokê rejîma Sûriyê, Mahir Esed û bi hevkariya Hizbullaha Libnanî, ji ber çêkirin û gihandina madeyên hişbir bo welatên Kendavê berpirs e.