Karnavala 54 saliya parêzgehbûna Duhokê birêve diçe

Vê êvarê karnavalek bi boneya 54 saliya parêzgehbûna Duhokê birêve diçe û 15 kesayetên ku xizmeta parêzgehê kirine, têne xelatkirin.

Duhok (K24) – Vê êvarê karnavalek bi boneya 54 saliya parêzgehbûna Duhokê birêve diçe û 15 kesayetên ku xizmeta parêzgehê kirine, têne xelatkirin û saziyên hikûmetê jî kar û çalakiyên xwe pêşan didin. Herwiha ahengeke hunerî heta nîvê şevê bi vê boneyê tê sazkirin.

Îro Şemiyê 27ê Gulana 2023an, Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Duhokê Hesen Fetah ji Kurdistan24ê re ragihand, rêveberiya wan bi piştevaniya Parêzgarê Duhokê, vê êvarê li Parka Newrozê, Nehemîn Karnavala 54 saliya parêzgehbûna bajêr saz dike.

Hesen Fetah diyat kir, karnaval di demjimêr 18:00an de li jêr dirûşma "Jîngeha Me Mala Me ye" dest pê dike, tê de girîngî bi du mijarên sereke tê dayîn; jîngeh û parastina pêkvejiya olî û netewî ya ku li parêzgeha Duhokê û hemû parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê heye.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Duhokê Hesen Fetah eşkere kir ku di karnavalê de çendîn çadir li Parka Newrozê ji bo hemû rêveberî û saziyên parêzgehê têne amadekirin, da ku kar û çalakiyên xwe pêşan bidin.

Hesen Fetah destnîşan kir, di vê karnavalê de 15 kesayet têne xelatkirin ku xizmeta parêzgeha Duhokê kirine û di heman demê di demjimrê 17:00an de ahengeke hunerî bi beşdariya pênc hunermendên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê birêve diçe.

Duhok roja 27ê Gulana 2023an bû parêzgeh û niha ji qezayên navendî yên Duhok, Sêmêl, Amêdî, Akrê, Berdereş, Şêxan û zêdetirî 20 nahiyeyan pêk tê û hejmarek komelgeh û gund dikevin nav sînorê cografî yê parêzgehê.

Li gor amarên fermî yên herî dawî, hejmara nişteciyên parêzgeha Duhokê di sala 2020an de, 1 milyon û 644 hezar û 612 kes bû û ji ber êrîşên DAIŞê yên ser navçeyên Iraqê di Hezîrana 2014an de, zêdetirî 300 hezar awareyan ji parêzgehên din ên Iraqê berê xwe dane Duhokê.

Duhok ji aliyê geştûguzarî, çandî û adetên Kurdî û pêkevjiyanê ve, wek yek ji parêzgehên herî dewlemend ên Herêma Kurdistanê tê dîtin.