Lehengê Kurd pileya duyem a Şampiyoniya Cîhanî ya Kickboksê bidest dixe

Ehmed
Ehmed

Navenda Nûçeyan (K24) – Lehengê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê Ehmed Şêxmûs, piştî ku gihîştibû fînala Şampiyoniya Cîhanî ya Kickboksê, li hemberê hevrikê xwe yê Taylandî têk çû û bû duyemîn.

Şeva borî 27.05.2023 li bajarê Essen a Almanyayê pêşbirka fînalê ya Şampiyoniya Cîhanî ya Kickboksê di kêşa 65 kg de di navbera xortê Kurd Ehmed Şêxmûs û hevrikê wî yê Taylandî “PETCH” ku 5 sal şampiyonê cîhanê ye, hat lidarxistin.

Ehmed Şêxmûs piştî gihiştibû maça fînalê, piştevanî ji çar parçeyên Kurdistanê wergirtibû û sosyal medyayê gelekî deng vedabû, bi taybet ku bi ala Kurdistanê dikeve meydana pêşbirkê .

Çalakvanan berya lîstikê li sosyal medyayê nivîsandin, “Em xortê Kurd Ehmed Şêxmûs wek serketî dibînim, eger encama fînalê çi be jî, nêrîna me nayê guhartin.”

Ehmed Şêxmûs sala 2000î li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye, di sala 2014an de koçberî Almanyayê bûye û ji sala 2016an ve dest bi lîstika Kickboksê kiriye.

Ehmed Şêxmûs salên 2017, 2018, 2019, 2020, 2021 û 2022 lehengê Almanyayê yê Kîkbosîngê ye, her wiha qehremaniya Ewropa ya 2017, 2018 û 2022 jî bi dest xistiye.