Artêşa Iraqê dirûnê li cotkarên gundekî Kerkûkê qedexe dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundê Tobzawa yê li başûrê Kerkûkê, artêşa Iraqê rê li ber cotkarên Kurd digire ku genimê xwe biçinin û dest danîn ser patozekê û ajokarê wê jî girtin.

Cotkarekî ji gundê Tobzawa ji K24ê re ragihand: “Di dema dirûna genim de, hêzeke artêşa Iraqê hat û ji me re got, em nikarin berhemên xwe biçinin. Bi zorê jî karê me da sekinandin, dest danîn ser patozê û ajokar jî girtin.”

Wî cotkarî bang li serkirdayetiya Kurd û nûnerên Kurd ên li Encûmena Nûneran kir ku bikevin ser xetê û pirsgirêka wan çareser bikin, da ku keda sala wan vala neçe.

Artêşa Îraqê li ser giliyên Erebên hawerde yên ku girêbestên wan ên ji serdema Beiş de hene, li dijî welatî û cotkarên Kurd li wê devera radiweste û rê nade wan ku karên xwe bikin.

Rêjîma Beis a Iraqê di dema xwe de, zeviyên cotkarên Kurd li gundê Tobzawa û gundên ên Kerkûkê ji wan standin û dan Ereban. Piştî rûxandina rêjîma Beis jî, cotkarên Kurd vegeriyan ser zeviyên xwe û çandin, lê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, careke din Erebên Hawerde hewl didin dest deynin ser zeviyên Kurdan.