Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya hinardekirina berhemên navxweyî dike

Sektora çandiyê yek ji wan sektoran e ku dikare bibe çavkaniyeke sereke li cem çavkaniyên din ên weke petrol û samanên sirûştî û bi vê sektorê aboriya Herêma Kurdistanê were vejandin.

Hewlêr (K24) – Sektora çandiyê yek ji wan sektoran e ku dikare bibe çavkaniyeke sereke li cem çavkaniyên din ên weke petrol û samanên sirûştî û bi vê sektorê aboriya Herêma Kurdistanê were vejandin û li ser asta derve jî were nasîn, ji bo vê mebestê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bala xwe daye ser vê sektorê û piştevaniya xwe ji bo cotkaran nîşan daye.

Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tevî hêsankariyê, piştevaniya xwe ji bo bazirganan nîşan daye ku dixwaze berhemên xwemalî yên cotkaran hinardeyî derveyî welat bike, ji bo vê mebestê jî piştî dabînkirina pêwîstiya welatiyên Herêma Kurdistanê, bazirganên Herêma Kurdistanê dikarin berhemên xwe bi nav û ala Kurdistanê hinardeyî welatên derve bikin.

Proseya hinardekirina berhemên çandiniyê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê çend kargehên pîşesazî yên navxweyî ve bi alîkarî û hevahengiya hikûmetê dibe, ku berhemên cotkaran dixin nav tûr û kartonên taybet û li ser wan "Made In Kurdistan (Li Kurdistanê Hatiye Berhemanîn)" tê nivîsandin û piştre bo welatên derve têne şandin û li bazarên welatan têne firotin.

Xwediyê kargehekê yê bi navê Aras Hamîd ku berhemên xwemalî dişîne derve, ji Fermangeha Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ragihandiye, berhemên xwemalî yên ku hinardeyî derveyî welat têne kirin, baca gumrigê li ser wan hatiye rakirin û ti pereyek ji bazirganên ku berhemên xwe dişînin derve, nayê wergirtin.

Rakirina baca gumrigê, biryara Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû ji bo piştevanîkirina cotkar û bazirganan, da ku berhemên navxweyî bişînin derveyî welat.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistin û geşedana sektora çandiniyê, piştevaniya cotkaran dike û ji bo firotina berhemên wan, alîkariya wan dike, ji bo vê mebestê jî yek ji armancên hikûmetê, dîtina bazaran ji bo berhemên xwemalî yên Herêma Kurdistanê ye.

Roja 2ê Kanûna 2022an, yekem karwanê hinarên Kurdistanê bo welatê Îmaratê hate şandin, herwiha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî wek çawa pêştir soza dîtina bazaran ji bo berhemên navxweyî yên Kurdistanê dabû, piştî projeya hinardekirina hinarên Kurdistanê bo bazarên welatên Kendavê, li ser hinardekirina sêvên Berwarî, hingiv û tiriyên xwemalî, dixebite.

Roja 27ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana deşta Ziraretî ya li parêzgeha Hewlêrê kir û rewşa cotkaran pirsî û beşdarî di çinîna genim a vê herêmê de kir, ku hevdem e ligel proseya wergirtina genim ji cotkaran li sayloyên Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, "di rûniştinekê de ligel hejmarek ji cotkarên deverê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê hemû hewlên xwe bide ku zêdetir giringiyê bi sektora çandiniyê û bazarkirina berhemên cotkarên Kurdistanê bide, ku cotkar di xema firotina berhemên xwe de nebin".