Belemeke koçberan bû.. 3 keçên Efrînî tê de bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Belemeke koçberan ku di nava wan de hejmarek Kurd hebûn, li beravên Yûnanê binav bû, hat zanîn ku heta niha termê 3 kesan hatine dîtin û çarenivîsa zêdetir ji 15 kesan jî winda ne.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, roja Îna borî belemeke koçberan ku ji qiraxên Tirkiyê ber bi Yûnanê ve birê ket û li nêzîkî girava Mîkonosê ya Yûnanê di Deryaya Sipî binav bû.

Li gorî zanyariyan, nêzîkî 20 kesan di wê belemê de bûn. Heta niha hatiye zanîn ku keça 15 salî Şêrîn Kalo ya ji Efrînê canê xwe ji dest daye.

Amaje bi wê kir jî, heta niha çarenivîsa du keçên din ên Efrînî yên bi navê Zeyneb Sebrî Faris û Jolyana Nedîm Necar ne diyar e.

Wî jêderî destnîşan kir jî, heta niha 3 kesên ku welatiyên Sûriye, Filistîn û Afxanistanê hatine rizgarkirin.

Medya Yûnanê ragihandibû, roja Înê 26ê Gulanê keştiyeke ku koçberên neyasayî tê de bûn, li bakurê rojhilatê girava Mîkonosê binav bûye.

Rayedarên Yûnanê ragihandin ku tîmên 3 koçberan hatine derxistin (du jin û mêrekî) bêyî ku neteweyên wan diyar bike.

Li gorî medyaya Yûnanistanê, xebatên tîmên hawarhatinê ji bo lêgerîn û rizgarkirina koçberan berdewam.

Şêrîn Kalo
Şêrîn Kalo