Li Mûşê lehî rabû.. 35 mal di bin avê de man

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Mûşê yê Bakurê Kurdistanê lehî rabû, 5 malan di bin avê de man û pirek rûxiya

Ev du roj in li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê baraneke bihêz dibare û li hejmarek bajaran lehî rabû.

Li bajarê Mûşê 35 malan di bin avê de man û welatiyan bi zehmetiyeke mezin hewl dan kelûpelên xwe derxin.

Her wiha ji ber baran û lehiyê, rûberên fireh ji zeviyên çandiniye di bin avê de man û pirek jî rûxiya.