Aboriya Tirkiyê.. Piştî hilbijartinan dê bandoreke çawa lê bike?

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Tirkiyeyê piştî encamdayîna hilbijartina Serokomarî reaksiyona bazar û nirxê borsa û dolar beramberî lîreyê Tirkiyê dihat meraqkirin. Piştî encaman borsa li vî welatî ji %2,5 zêde bû, nirxê dolar li beramberî lîreyê Tirkiyê ji 20 lîreyê derbas kir. Bi nêrîna pisporan nirxê dolar heta demekê sabît bimîne jî ev demkî ye piştî ragihandina kabîneya nû ku berpirsên aborî û darayî ya vî welatî dê diyar bibe rewşa bazaran jî li gor vê dê reaksiyonek nîşan bide.

Li Tirkiyeyê ji 14ê Gulanê heta 28 Gulanê, du hefteyên dawîn ji ber proseya hilbijartina Serokkomarî li ser aboriya vî welatî nediyariyek hebû.

Piştî bi dawîbûna dengdayînê, bi rêjeya %52,16 Recep Tayyîp Erdogan li hemberî hevrikê xwe Kemal Kiliçdaroglu ku rêjeya dengê wî 47,84 bû bi ser ket û cara sêyem bû Serokomar.

Bi encamdayîna hilbijartinê li ser borsa, nirxê dolar û bazaran liv û tevgereke rû da. Borsa %2,5 zêde bû, dolar beriya rojekê hilbijartinê 19 lîra 96 bû, lê piştî hilbijartinê ji 20 lîreyê derbas kir.

Bi nêrîna pisporan heta demeke kurt nirxê zêr sabît bimîne, lê nirxê dolar demên pêş li beramberî lîreyê Tirkiyê dê berztir bibe.

Pisporê Aborî Reşat Yilmaz ji K24ê re got: “Encamên hilbijartinê bo borsa û bazar suprayz nebû, ev encam dihat çaverêkirin. Nirxê dolar û zêr bi rêjeyeke biçûk berztir bû, lê piştî demeke kurt dê nirxê wan dê bigihije asteke bilind. Dibe ku heta çend hefteyên pêş me dolar dakeve jî ev demkî ye lê payîzê em çaverê dikin ku dolar bigihije 25 lîreyê Tirkiyê.”

Li gor amarên Bankaya Navendî li Tirkiyê di nava du hefteyên dawîn de rezervên bankayê 12,5 milyar dolar kêm bû û di bin sifirê de maye ku piştî 21 salan cara yekem rezervên bankayê wek negatif hat destnîşankirin. Bi nêrîna hin ekonomîstan krîza heyî dê kûrtir bibe.

Aborînas Ebubekir Şahîn dibêje: “Jixwe Wezîrê Aborî ya vî welatî bi xwe mikûr hatibû ku behsa daketina lîreyê Tirkiyê kiribû niha jî qîmeta pereyê Tirkiyê li hember pereyên biyanî nemaye. Sedema vê jî daketina rêjeya faîzê û polîtîkayên xelet ên li ser aboriyê ye. Eger ev rê û rêbaz neyê berdan qeyrana aborî dê her bidome.”