Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve bi nûner û konsulên welatan re dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û konsul û nûneratiyên welatên derve, guftûgoyê li ser guhertinên di projeyasaya bûdceya Iraqê de dikin.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê K24ê, Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve Sefîn Dizeyî îro li Hewlêrê li gel konsul û nûneratiyên welatan dicive.
Da zanîn jî, di civînê de Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil jî beşdar ne.
Peyamnêrê me got, mijara sereke ya civînê, gotûbêjkirina madeyên 13 û 14 yên taybet bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya Iraqê de û her wiha gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên li ser mafên darayî ye.
Nûnerên Netewên Yekgirtî û 36 konsulxane beşdarî civînê bûne, ev jî di demekê de ku 40 konsul, nûneratî û ofîsên rêxistinên navdewletî li Herêma Kurdistanê hene.
