Cotyar Adel: Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera xwe de rijd in

Navenda Nûçeyan (K24) –  Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê civîn ligel nûner û konsulên welatan de ragihand: “Dostên Herêma Kurdistanê her dem li gel wê yekê ne ku destûr û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, wek xwe bên cîbicîkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di konferanseke rojnamevaniyê de derbarê ragihand, îro Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah di civînê de, kurteyek li ser gera danûstandin û kêşeyên derbarê pêşhatên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Bexdayê de pêşkêş kir.

Cotyar Adil got, wan tekezî li ser wê yekê kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabend e bi rêkeftina siyasî ya bi hikûmeta Iraqê re kiriye û berdewam e jî li ser guftûgo û danûstandina ligel hikûmeta Iraqê.

Her wiha got jî, ew di wê baweriyê de ne ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê li ser cîbicîkirina rêkeftina di navbera xwe de rijd in.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Dostên Herêma Kurdistanê her dem li gel wê yekê ne ku destûr û rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, wek xwe bên cîbicîkirin.”

Îro li Hewlêrê Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Safîn Dizeyî, Serokê Dîwana Encumena Wezîran Omîd Sebah û Berdevkê Hikûmetê Cotyar Adil ligel Konsul, ofîs û nûneratiyên welatên biyanî civiyan.

Mijara sereke ya civînê jî, gotûbêjkirina madeyên 13 û 14 yên taybet bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya bûdceya Iraqê de û her wiha gotûbêjên Hewlêr û Bexdayê yên li ser mafên darayî bû.