Bêgerd Talebanî: Kargeha Zom heftemîn kargeha stratejîk e ku di dema Kabîneya Nehem de hatine vekirin

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê ragihand, ev heftemîn kargeha stratejîk e ku di dema Kabîneya Nehem de ji bo piştevanîkirina berhemên navxweyî û pêkanîna derfetên kar hatine vekirin.

Hewlêr (K24) – Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di merasîma vekirina Kargeha Zom a berhemên şîremenî de ragihand, ev heftemîn kargeha stratejîk e ku di dema Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ji bo piştevanîkirina berhemên navxweyî û pêkanîna derfetên kar hatine vekirin.

Îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an, Kargeha Zom a berhemên şîremenî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat vekirin û Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê Bêgerd Talebanî di gotarekê de tekezî li girîngiya vê projeyê ji bo sektora çandinî û piştevanîkirina firotina berhemên cotkaran û xelkê navçeyê kir.

Bêgerd Talebanî destnîşan kir, Kabîneya Nehem a Hikûmeta herêma Kurdistanê di ajendaya xwe de biryar daye girîngiyê bide sektora çandiniyê û di karnameya xwe de ev cîgir kiriye.

Bêgerd Talebanî spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir ku di dema vê kabîneyê de heta niha her dem piştevan bûye ji bo projeyên Wezareta Çandiniyê û cotkaran û ji bo girîngîdana sektora çandinî û cotkaran.

Herwiha eşkere kir ku ji bo dabînkirina krediya çandiniyê ji bo anîna amûrên çandiniyê ji bo cotkaran bi krediya demdirêj ku ev jî alîkariya cotkaran dike ji bo bilindkirina berhemên xwe.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê ji veberhêner û bazirganan daxwaz kir ku sermayeyên xwe di warê çandiniyê de bi kar bînin û kargehên cûr bi cûr ava bikin ji bo firotina berhemên cotkaran û berdewamkirina hinardekirina berhemên xwemalî yên Kurdî bo bazarên cîhanê.

Kargeha Zom ji du beşên sereke pêk tê, ku ji bo berhemên şîremenî û herwiha binkeyên komkirina berhemên ajeldar û cotkaran hatiye avakirin.

Niha 12 binke hatine temamkirin û berheman werdigrin, heşt binkeyên nû jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne, di siberojê de jî binkeyên din li gor pêwîstiya kargehê dê bêne zêdekirin.

Cihê kargehê dikeve gundê Jajokê yê li sînorê qezaya Mêrgesor, proje li ser rûberê 13 hezar û 46 metre çargoşe hatiye avakirin.

Qebareya berhemanînê li kargehê, rojane 20 ton e, şiyana wê heye ku bigihe 50 ton û hemû amûrên nav kargehê di baştirîn cûreya “Stain less steel" hatine dirustkirin.

Herwiha di nav kargehê de taqîgeheke taybet heye ji bo pişkinîna şîr û dilniyabûna kalîteya şîr ku digihe kargehê û berhemên ku di nav kargehê de têne berhemanîn.