Serokwezîr Mesrûr Barzanî: Kargeha Zom dê bibe sedema bilindkirina aboriya navçeyê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Kargeha Zom a berhemên şîremenî de ragihand, ew berdewam dibin di piştevanîkirina sektora çandinî û cotkaran de û ji bo vê mebestê jî li ser dirustkirina çar bendavên mezin, kar dikin.

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di merasîma vekirina Kargeha Zom a berhemên şîremenî de ragihand, ew berdewam dibin di piştevanîkirina sektora çandinî û cotkaran de û ji bo vê mebestê jî li ser dirustkirina çar bendavên mezin, kar dikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir, vekirina Kargeha Zom li devera Mêrgesor ku pêşeng bû di xebat û qurbaniyê de ku çendîn destan lê hatine encamdan, herwiha got: “Ev kargeh dê bibe sedema bilindkirina aboriya vê navçeyê û Herêma Kurdistanê û xizmetkirina xelkê navçeyê.”

Mesrûr Barzanî destnîşan kir, sala borî serdana Wezareta Çandiniyê kiriye û behsa kar û projeyên wezaretê kirine û got: “Divê ev proje li deverên gundnişîn werin dirustkirin, da ku xelkê gund neçar nebin koç bikin bo bajêr, ku yek ji wan projeyan kargeha şîremeniyê bû.”

Herwiha eşkere kir, ev kargeh dê bibe çavkaniya debara xelkê navçeyê ku zêdetirî 2700 malbat li vê navçeyê dijîn û dikarin berhemên ajelên xwe bifiroşin û ji bo dahata wan a rojane çavkaniya debara wan bibe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser girîngiya parastina sirûşt û jîngehê û behsa hewldanên kabîneya xwe kir ji şarezayan û pisporan ji bo rûbirûbûna qeyrana hişkesaliyê û parastina çavkaniyên avê û kêmkirina bikaranîna avê.

Mesrûr Barzanî welatiyan han dide ku berhemên xwemalî bi kar bînin û ji xwedî projeyan daxwaz kir ku li ser berheman cûreya berhemên xwe nîşan bidin û ji bo welatiyan zelal bikin, eger berhemên wan sirûştî bin, binivîsin ku sirûştî ye, eger şîrê toz were bikaranîn binivîsin, da ku welatî ji bikaranîna wan bawer bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku di serdanên xwe de bo derveyî welat, her dem pirsyara wê yekê kirine ku çawa berhemên çandiniyê zêdetir bikin û kalîteya wan bilind bikin û bazarên navxwe û derve ji wan re bibînin, herwiha bal kişande ser hinardekirina berhemên xwemalî bo welatên Kendavê ku ev jî handereke baş bû ji bo bilindkirina berhemên xwemalî.

Îro Sêşemê 30ê Gulana 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, kargeha Zom a berhemên şîremenî li gundê Jajokê ya ser bi navçeya Mêrgesorê vekir.

Ev proje ji du beşên sereke pêk tê, ku kargeha Zom ji bo berhemên şîremenî û herwiha binkeyên komkirina berhemên ajeldar û cotkaran.

Niha 12 binke hatine temamkirin û berheman werdigrin, heşt binkeyên nû jî di qonaxa cîbicîkirinê de ne, di siberojê de jî binkeyên din li gor pêwîstiya kargehê dê bêne zêdekirin.

Cihê kargehê dikeve gundê Jajokê yê li sînorê qezaya Mêrgesor, proje li ser rûberê 13 hezar û 46 metre çargoşe hatiye avakirin.

Qebareya berhemanînê li kargehê, rojane 20 ton e, şiyana wê heye ku bigihe 50 ton û hemû amûrên nav kargehê di baştirîn cûreya “Stain less steel" hatine dirustkirin.

Herwiha di nav kargehê de taqîgeheke taybet heye ji bo pişkinîna şîr û dilniyabûna kalîteya şîr ku digihe kargehê û berhemên ku di nav kargehê de têne berhemanîn.