Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Îranê dike

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, sibe şandeke Herêma Kurdistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê dike.

Hewlêr (K24) – Parêzgariya Hewlêrê ragihand, sibe şandeke Herêma Kurdistanê serdana Komara Îslamî ya Îranê dike.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Hewlêrê, sibe şandeke Herêma Kurdistanê ku ji hemû parêzgar, serperiştyarên îdareyên serbixwe û jûrên bazirganiyê pêk tê, serdana Komara Îslamî ya Îranê dikin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, ev serdan ji bo bihêzkirin û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê ligel welatên cîran e.

Hat eşkerekirin ku şanda Herêma Kurdistanê dê ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bo Karûbarên Bazirganî û parêzgarên Urmiye, Kirmaşan û Sineyê, berjewendiyên aborî yên hevbeş û bihêzkirina liv û tevgerên bazirganiyê gotûbêj bikin.