Netewên Yekgirtî: Pêwîstiya 15.3 milyon Sûrî bi alîkariyên mirovî heye

Navenda Nûçeyan (K24) – Netewên Yekgirtî radigihîne, ji %70 ji xelkê Sûriyê bi kêmbûna xwarinê re rûbirû ne û pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Cîgira Rêveberê Operasyên Mirovî û Beşa Piştgiriyê li Ofîsa Hevahengiya Karûbarên Mirovî ya Netewên Yekgirtî Ghada Eltahir Mudawî got: “Ji bo yekem car di dîroka kirîza Sûriyê de, Sûrî li her navçeyekê rastî “fişarên mirovî” tên.

Mudawî duhî di civîna taybet a Encûmena Asayişa Navdewletî ya derbarê Sûriyê de aşkere kir jî, 15.3 mîlyon mirov (nêzîkî 70% ji xelkê Sûriyê) pêwîstiya wan alîkariya mirovî heye.

Her wiha got jî, erdheja ku di 6ê Sibatê de li başûrê Tirkiyê û bakurê Sûriyê rû daye, rewşa mirovî ya xerab li Sûriyê, aloztir kiriye.

Ji aliyê xwe ve Şandeyê Netewên Yekgirtî yê Taybet bo Sûriyê Geir Pedersen tekezî li ser dirêjkirina mîkanîzma gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê kir.

Di sala 2014an de, Encûmena Asayişa Navdewletî rê da alîkariyên mirovî di 4 xalên sînorî re derbasî Sûriyê bibin, lê ji destpêka sala 2020an de û di bin fişara Rûsya û Çînê de, ew alîkarî hatine kêmkirin û tenê di deriyê Bab El-Hawa ya bi Tirkiyê re derbas dibin. Encûmena Asayişa Navdewletî jî roja 10ê Çileya 2023an, mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî bo bakurê rojavayê Sûriyê heta 10ê Tîrmeha 2023an dirêj kiribû.

Banga Netewên Yekgirtî ya ji bo komkirina 5.4 milyar dolar ji bo alîkariya zêdetir ji 14 mîlyon mirovên li Sûriyê, tenê ji %10 jê hatiye komkirin. Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Netewên Yekgirtî hişyarî da ku bêyî fonên zêde, 2.5 mîlyon mirov ji meha Tîrmehê ve dê bi metirsiya windakirina alîkariyên xwarinê û alîkariyên madî re rûbirû bibin.