Heyder Lamî: Hin alî li pêşiya cîbicîkirina rêkeftina Hewlêr û Bexdayê astengiyan çêdikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serkirdeyekî Hevpeymaniya Dewleta Yasa dibêje, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê pabendî rêkeftina siyasî ya bi Hikûmeta Iraqê re îmze kiriye bûye, lê belê hinek alî hene astengiyan li pêşiya cîbicîkirina rêkeftinê derdixin û ev  jî ne di berjewendiya gelê Iraqê de ye.”

Serkirdeyê di Hevpeymaniya Dewleta Yasa de Heyder Alamî ji K24ê re got: “Hikûmeta niha ya Iraqê bi rêkeftina di navbera aliyên siyasî yên Iraq û Herêma Kurdistanê de hatiye avakirin, lewra ji bo ku welat ewlehî û aramiyê bibîne, divê rêkeftinên siyasî bên cîbicîkirin.”

Lamî got: “Divê rêkeftina siyasî ya ku di navbera her du hikûmetan de bi amadebûna serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî hatiye îmzekirin, were cîbicîkirin.” Got jî: “Ev cara yekem e Hewlêr bi awayekî aktîv beşdarî di projeyasaya bûdceya Îraqê de dike, lewra her madeyek girêdayî pişka Herêmê, divê bi rêkeftina aliyên sîyasî were pesendkirin.”

Her wiha got: “Hin aliyên siyasî yên Iraqê hene, naxwazin welat seqamgîr û aramiyê bibîne, nexwazin rêkeftinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bên cîbicîkirin, ew bi berdewamî hewl didin kêşe û aloziyan derbixin. Gelê Iraqê aştî, aramî û xizmetguzariyê dixwaze, ne nakokiyên siyasî.”

Tekez kir jî: “Pesendkirina bûdceya 2023, 2024 û 2025’an gelekî dereng maye. Bûdce koka jiyana civaka Iraqê û ji bo pêşketin û xizmetguzariyê ye. Derengmayîna pesendkirina projeyasaya bûdceyê, ne di berjewendiya ti aliyekî de ye.”

Lamî got jî: “Aliyên siyasî yên ku hewl didin pesendkirina projeyasaya Iraqê dereng bihêlin, armanca wan ya sereke, têkbirina peywendiyên di navbera her du hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê de ye û têkbirina ew atmosfera erênî ya ku niha di navbera her du aliyan de çêbûye ye.”

Roja 25 Gulana 2023an, Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê çend madeyên girêdayî bi pişka Herêma Kurdistanê di projeyasaya budceyê de guhartin. Nûnerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ew yek baykot kir û Sunneyan jî dengê nedanê. Lê li ber nûnerê YNKê û hemû parlamenterên Şîe dengê xwe dan wan guhertinan.