Musena Emîn: Hin parlamenter li ser bingeha dijberiya Herêma Kurdistanê dengan kom dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta niha ya Iraqê di encama lihevkirina aliyên siyasî de hatiye avakirin, ji ber wê jî her rewşek nehevseng, dê bandoreke nerênî lê bike. Parlamenterekî Kurd di wê baweriyê de ye ku eger rêz li rêkeftinan neyê girtin, dê bibe destpêkek ji bo Iraq bikeve nava qeyran û nearamiya siyasî.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê hejmarek ji rêkeftinan îmze kirine, ji wan jî, rêkeftina pêkanîna kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî, rêkeftina petrola Herêma Kurdistanê û yasaya bûdceyê ne. Lê wek her carê hewl tê dayîn ku pirsgirêkan ji rêkeftinan re çêkin. Eger rêz li rêkeftinê neyê girtin jî, dê berdewamiya aramiya rêjeyî ya niha ya Iraqê bikeve ber pirsê.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Musena Emîn ji K24ê re got: “Eger rêz li rêkeftina ku hikûmet ava kiriye neyê girtin, dê bibe destpêka hilweşandina hikûmetê. Ez ne di wê baweriyê de me ku rewşa siyasî ya niha bigihe wê qonaxê, kêşeyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî ne ewqas kûr in, bûdceya ku bo Herêmê hatiye terxankirin gelek baş e.”

Her wiha got: “Hinek parlamenter hene ku li ser bingeha dijberiya Herêma Kurdistanê dengan kom dikin, bi heq û neheq li dijî Herêma Kurdistanê ne.”

Ji 144 xalên destûra Iraqê, 23 xal bi awayekî zelal mafên Kurdan diyar dikin, rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de li ser bingehê destûrê ye, ji ber wê jî erkê her du aliyan e ku pabendî destûrê bin.

Pisporê destûrê Rêbiwar Mihemed ji K24ê re ragihand, vekişîna hêzan ji hikûmetê dê pirsgirêkan ji bo dewleta Iraqê çêbike, piştre divê em vegerin ser hilbijartinan an jî bi rêya parlamentoyê hikûmeta nû ava bikin. Heta ku hikûmeta nû ava bibe, dê ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê pirsgirêk derkevin.

Rêbiwar Mihemed di wê baweriyê de ye ku baştir e hemû rêkeftin di çarçoveya destûrê de bên kirin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya saziyê dewletê re bêne çareserkirin.

Bi salan e li Bexdayê bûye kevneşopiyek ku hinek aliyên Iraqî bi cezakirina gelê Kurdistanê, bala kolanên Iraqê ber bi xwe ve dikişînin, lê vê carê rewş bi tevahî cuda ye. Ji ber ku li gor yasa û destûrê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftin kiriye û bihane ji Bexdayê re nehiştiye ku mafên wê nede. Ji ber vê yekê jî her pabendnebûna bi rêkeftinan, li dijî destûrê ye. Cîbicînekirina destûrê jî ne tenê ziyanê digihîne Herêmê, belku dê bigihîne tevahiya Iraqê.