Mesrûr Barzanî di salvegera damezirandina YNKê de: Hêvîdar im hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameke pîrozbahiyê bi boneya 48 saliya damezrandina YNKê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 1ê Hezîrana 2023an peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya 48 saliya damezrandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), pîrozbahiyê li serkirdayetî û hemû endam û alîgirên YNKê dikim.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand jî, “Hêvîdar im di vê rewşê de hemû hêzên siyasî bi hev re kar bikin û her aliyek hest bi berpirsyariya xwe ya dîrokî bike û xizmetkirina ji bo berjewendiyên bilind ên niştiman, bike karê xwe yê niha û pêşerojê.”

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di 1ê Hezîrana 1975ê de hatiye damezrandin û piştî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) duyemîn partiya mezin a Herêma Kurdistanê ye û niha ji 111 kursiyên Parlamentoya Kurdistanê, 21 kursiyê wê hene.