Kurdekî Efrînê dibe Nûnerê Hertimî yê Sûriyê di Komkara Erebî de

Husamedîn Ala
Husamedîn Ala

Navenda Nûçeyan (K24) – Sûriye Kurdekî Efrînî wek nûnerê nû yê Sûriyê di Komkara Erebî de û Serokê nûneratiya dîplomatîk a Sûriyê li Qahîre destnîşan dike.

Rojnameya nîvfermî “Al-Wetan” tekez kir ku Serokê Beşar Esed biryarek derxist û tê de Balyoz Husamedîn Ala wek Nûnerê Hertimî yê Sûriyê di Komkara Erebî de destnîşan kir.

Destnîşankirina Balyoz Husamedîn Ala, piştî nêzîkî mehekê ji biryara vegera Sûriyê bo Komkara Dewletên Erebî tê. Sûriye piştî 12 salan, roja 7ê Gulana 2023an di civîna Wezîrên derve yên welatên Komkara welatên Erebî li Qahîreyê de biryara vegera wê bo Komkara Erebî hat dayîn.

Husamedîn Ala ku Kurdekî Nahiya Mabeta a ser bi Efrînê ve ye, sala 1966an jidayîk bûye û pêştir çendîn post di hikûmeta Sûriyê de wergirtibûn, ku piraniya wan di nûnertiyên dîplomatîk ên biyanî de bûn.

Husamedîn Ala 8 salan wek Nûnerê Hertimî yê Sûriyê li Ofîsa Netewên Yekgirtî û rêxistinên navdewletî li Cinêvê kar kiriye. Di navbera 1996 û 2001ê de jî li Nûnertiya Sûriyê ya Netewên Yekgirtî li New Yorkê kar kiribû.

Piştî wê jî bû Balyozê Sûriyê li Vatîkan û piştre jî Balyozê Spanyayê, berî wê jî Rêveberê Ofîsa Wezîrê Derve yê niha Feysel Miqdad bû.