Sevilla bo cara 7emîn nasnavê Lîga Ewropayê bidest dixe

Navenda Nûçeyan (K24) – Tîma Sevilla ya Spanî di fînala Lîgaya Futbolê ya Ewropî de ji Romaya Îtalî bir û bo cara heftemîn ev nasnav bidest xist.

Şeva borî li stayuma Puskas Arena li Budapest, Paytexta Macarîstan, Sevilla û Roma di fînala Lîga Futbolê ya Ewropî de rûbirûyî hevdu bûn. Piştî ku dema orîjelan bi encama (1 - 1) bidawî bû, Sevilla bi lêdana penaltiyan (4 - 1) biser ket.

Romayê gola yekem bi lîstikvanê xwe yê Argentînî Paulo Dybala di xuleka (35) tomar kiribû, lê parêzvan Romayê Gianluca Mancini di xuleka (55) bi şaşîtî gol avêt tora xwe û encam wek hebû.

Sevilla bi wergirtina vê nasnavê, di pêşbirka Lîga Ewropayê de bi heft nasnavan dib xwediyê rekorê.

Her wiha Sevilla bi vê serkeftinê dê beşdarî pêşbirka Champions League ya werzê pêş bibe, piştî ku biser neket bi riya lîga herêmî bigihe wê pêşbirkê.