Parlamentoya Swîsreyê li dijî şandina çekên welatê xwe bo Ukraynayê deng da

Endamên Parlamentoya Swîsreyê bi piraniya dengdan projeyasayek red kirin ku li ser şandina çekên Swîsreyê bo Ukraynayê bû.

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamên Parlamentoya Swîsreyê bi piraniya dengdan projeyasayek red kirin ku li ser şandina çekên Swîsreyê bo Ukraynayê bû.

Projeyasa ji aliyê du lijneyan ve hatibû amadekirin, piştî xistina dengdanê, 75 parlamenteran dengê xwe ji bo piştgirîkirinê dan, li hember wan, 98 parlamenteran dengên xwe li dijî projeyasayê dan.

Parlamenterên ku dengê xwe li dijî projeyasaya şandina çekan bo Ukraynayê dan, behsa wê yekê kirine ku projeyasa li dijî bêalîbûna Swîsreyê ye.

Ev di demekê de ye ku Serokê Swîsreyê Alain Berset  roja 1ê vê mehê ligel Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky civiya û mijara civîna wan jî alîkariyên mirovî yên Swîsreyê bû ji bo dubare avakirina Ukraynayê.

Di 24ê Sibata 2022an de, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî ser axa Ukraynayê hat kirin û ji ber vê, bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatin kuştin û bi milyonan xelkê Ukraynayê jî awareyî welatên Ewropayê bûn, şer heta niha jî berdewam e.