Barbara Leaf: Di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de daxwaza rasteqîn heye ji bo çareserkirina kêşeyan

Hewlêr (K24) – Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf ragihand, daxwazeke rasteqîn di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê de ji bo çareserkirina kêşeyên navbera wan heye.

Barbara Leaf destnîşan kir, karê li pêşîne yê Washington û Bexdayê nêzîkî hev e, herdu aliyan pêwendiyên xwe di warên din de wek perwerde, rewşenbîrî, av û guherînên keşûhewayê, asayîşa xurek û rûbirûbûna teror û gendeliyê berdewam e.

Alîkara Wezareta Derve ya Amerîkayê Barbara Leaf herwiha ragihand, meseleya gendeliyê li Iraqê bandorê li ser siberoja welat dike û aboriya wê têk dibe û serweriya yasayan lawaz dike, loma girîng e hikûmeta nû bi cidî rûbirûyî gendeliyê bibe.