Li Şarezûrê 500 donim zeviyên genim şewitîn

Keda salekê ya 36 cotkarên deverê bû.

Şarezûr (K24) – Li gundê Kanî Berdîne yê ser bi Şarezûrê 500 donim zeviyên genim şewitîn, ku keda salekê ya 36 cotkarên deverê bû, ew dibêjin ku şewat bi qestî hatiye derxistin û du kes bi tometa şewatê hatine desteserkirin. Ev sala sêyem e ku agir li genimê cotkarên gundê Kanî Berdîne dikeve.

Dema dirûna genimê wan hatibû, lê belê negihiştin ku keda xwe berhev bikin, ji ber bûyereke şewatê ya roja 2ê Hezîrana 2023an, hemû genimên wan şewitîn.

Cotkar îsal kêfxweşbûn ku baraneke baş bariya û berhema genimê wan îsal dê li gor sala borî baştir be, lê ji ber wê bûyera şewatê, 36 cotkarên gundê Kanî Berdîne yê li Şarezûrê ziyan dîtin.

Nacî Kanî Berdîneyî yek ji wan cotkarên ku genimê wî şewitiye, ew dibêje: “Ev bûyer gelek ne xweş bû, ev der çavkaniya debara jiyana me bû.”

500 donim zeviyên ku genim tê de hatibûn çandin, şewitîn, her cotkarek bi cûreyek behsa ked û zehmeta xwe ya îsal dikin.

Cotkarekî din ê bi navê Newşîrwan Macîd ji Kurdistan24ê re diyar kir: “Îsal berhema me ya genim baş bû, me gelek pere jê re xerc kirin, mixabin hemû berhema me ya îsal têk çû.”