Zelensky: Ne pêkan e ku em niha bibin endamê NATOyê

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li xwe mikur hat ku ne pêkan e beriya bidawîbûna şerê ligel Rûsyayê bibin endamê NATOyê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky li xwe mikur hat ku ne pêkan e beriya bidawîbûna şerê ligel Rûsyayê bibin endamê NATOyê.

Volodimir Zelensky di konferanseke rojnamevanî de ligel hevtayê xwe yê Estonyayê diyar kir: “Pêwendîkirina bi NATOyê baştirîn garantî ye ji bo asayîşa Ukraynayê, lê belê em fêm dikin ku em ti welatekî endamê NATOyê ranakêşin nav şer.”

Zelensky eşkere kir: “Em fêm dikin ku heta ev şer berdewam be, em nabin endama NATOyê, ne ku em naxwazin, ji ber ku ev ne pêkan e.”

Ev îtîrafa yekem care e ku ji aliyê Serokê Ukraynayê ve tê, ku ji destpêka şerê Rûsyayê ve zextên xwe zêde kiribûn, da ku demildest welatê wî bibe endamê NATOyê.