Jinên Barcelonayê bo cara duyemîn nasnavê Champions League de bidest dixin

Navenda Nûçeyan (K24) – Jinên Barcelonayê piştî serkeftina li hember tîma Wolfsburg a Almanyayê, nasnavê Champions League de bidest xist.

Timan Jinan a Barcelonayê û Wolfsburg îro êvarê li stadyuma Eindhoven a Hollandayê di fînala Champions League de rûbirûyî hevdu bûn û Jinên Barcolanayê bi encama (3 - 2) biser ketin û nasnavê vê pişbirkê bidest xist.

Destpêkê Jinên Wolfsburg bi xurtî ketin pêşbirkê û du gol bi riya Eva Bajor a Polonî û Alexandra Pop a Almanî di xulekên (4 û 37) de tomar kirin.

Lê Jinên Barcelonayê di nîvê duyem de vegerîn û di kêmtirî (25) xulekan de (3) golan tomar kirin û biser ketin. Patricia Guijarro di xulekên (49 û 51) de 2 gol avêtin, di xuleka (71) de jî Fredelina Rulfo gola sêyemîn zêde kir.

Ev nasnavê duyemîn a Timan Jinan a Barcelonayê di Champions League a Jinan de ye, ku berê di sala 2021an de jî ev nasnav bidest xistibû.