Nadiya Murad: 6 jinên din ên Êzidî hatin rizgarkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Çalakvana Êzîdî û Balyoza Niyazpakiyê li Netewên Yekgirtî Nadiya Murad ragihand, 6 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

Nadiya Murad li hejmara xwe ya tora civakî “Twitter” nivîsî: “Piştî çend hefteyan ji kar û şopandin, ez kêfxweş im ku ragihînim ku me karî şeş jinên Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar bikin.”

Got jî: “Eger hevahengiya ofîsa rizgarkirina jin û keçên revandî yên Êzîdî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê nebûya, ew 6 jinên Êzîdî ji destê DAIŞê rizgar nedibûn.”

Nadiya Murad got ku şeş jinên êzîdî, dema ku di sala 2014an de hatibûn revandin û li derveyê Iraq û Sûriyê hatin firotin, zarok û ciwan bûn û îro Şemiyê hatin rizgarkirin.

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de terorîstên DAIŞ’ê êrîşî Şingalê kirin. Di wê êrişê de terorîstên DAIŞê zêdetir ji 6 hezar û 500 jin û zarokên Êzîdî dîl hatin revandin û zêdetirî 350 hezar kes jî koçberî Herêma Kurdistanê. Nêzîkî 2 hezar û 500 Êzidî hîn jî winda ne.

Roja 13.11.2015 Hêzên Pêşmerge bi serokatiya Serok Mesûd Barzanî Şingal ji destê terorîstên DAIŞê rizgar kirin.