Erdogan kabîneya xwe ya nû eşkere kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kabîneya xwe ya nû ragihand ku ji Cîgirê Serokomar û 17 wezîran pêk tê.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan îşev 3ê Hezîrana 2023an kabîneya duyemîn a sîstema serokatiyê eşkere kir ku piraniya wezîrên ku ji aliyê Erdogan ve hatine destnîşankirin, kesayetiyên nû ne.
Erdogan di dema ragihandina kabîneya xwe de spasiya endamên kabîneya xwe ya berê kir, hêviya serkeftinê di karê parlamenteriyê de ji wan re xwest û spasiya dengdaran kir û got, ji ber wan demokrasî li welatê wî bi ser ket û Tirkiye îro ji duh bihêztir e.
Kabîneya nû ya ku 68emîn kabîneya wezîran, dê bi serokatiya Erdogan bixwe be û Cevdet Yilmaz jî wek Cîgirê Serokomar hat destnîşankirin.
Wezîrên kabîneya Recep Tayyîp Erdogan ev in:
Cevdet Yılmaz: Cîgirê Serokomar
Yilmaz Tunç: Wezîrê Dadê
Vedat Işikhan: Wezîrê Kar û Ewlekariya Civakî
Mahinur Ozdemir Goktaş: Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî
Mehmet Ozhasekî: Wezîrê Jîngeh, Bajarvanî û Guhertina Keşûhewayê
Hakan Fîdan: Wezîrê Derve
Alparslan Bayraktar: Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî
Osman Aşkin bak: Wezîrê Werzîş û Ciwanan
Mehmet Şîmşek: Wezîrê Xezîne û Darayî
Alî Yerlîkaya: Wezîrê Navxwe
Mehmet Nûrî Orsoy: Wezîrê Çand û Geştiyariyê
Yusuf Tekin: Wezîrê Perwerdeyê
Yaşar Guler: Wezîrê Berevaniyê
Fahrettin Koca: Wezîrê Tenduristiyê
Mehmet Fatih Kacir: Wezîrê Pîşesazî û Teknolojiyê
Îbrahîm Yumaklî: Wezîrê Çandinî û Daristanan
Omar Bolat: Wezîrê Bazirganiyê
Abdulkadir Oraloglu: Wezîrê Gihandin û Binesaziyê