Wezîrê Derve yê Sûriyê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad li ser vexwandina Cîgirê Serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên bi serdaneke fermî gihîşt Bexdayê.

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf ji K24ê re ragihand, Miqdad dê sibê ligel Wezîrê Derve yê Iraqê Faud Husên re bicive û konferanseke rojnamevanî lidar bixe.

Destnîşan kir jî, Miqdad dê vê serdanê de gotûbêjan li ser pêwendiyên dualî di navbera Bexda û Şamê de, herwiha rola Iraqê di vegera Sûriyê bo Komkara Erebî de bikin.

Da zanîn jî, piştre dê bi Serokwezîr, Serokê Deshilata Dadweriyê, Serokomar û Serokê Parlamentoyê re bicive.

Ji aliyê xwe ve, ajansa nûçeyan a Sûriyê (SANA) ragihand, ev serdan bi armanca xurtkirina pêwendiyên dualî di navbera her du welatan de û gotûbêjkirina rêyên pêşxistina wan bi rayedarên payebilind ên Iraqê re ye.