Li Efrînê pîrejineke 70 salî bi guleyeke çekdaran canê xwe jidest dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, pîrejineke Kurd dema di kolanê re dimeşe, bi guleyek çekdarên opozîsyona Sûriyê canê xwe jidest dide.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di raporekê de ragihand, duhî 4ê Hezîrana 2023an dema pîrejina bi navê Qedriye Îbrahîm Elî ya 70 salî di kolana xwe re dimeşiya, guleyek ji çekê çekdarekî li pêş baregeha Sultan Mihemed El-Fatih derdikeve û bi giranî birîndar dibe.

Da zanîn jî, ew pîrejina Kurd tevî ku ji bo nexweşxaneyê hat veguhastin, lê bi ber giraniya birîna xwe canê xwe jidest da.

Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, roja 1ê Hezaranê çekdarên grûpa Sultan Silêman Şah (Emşat) li navçeya Şiyê bi tundî li Muxtarê taxa Haco, Mihemed Arif Akarî û welatiyek din yê bi navê Zekeriya Kosa xistin û gefa kuştinê li wan xwarin, bêyî ku sedema lêdan gefxwarinê were zanîn.

Herêma Efrînî di meha Adara 2018an de ji aliyê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve hatiye dagîrkirin, ji wê demê ve jî bi seden haletên kuşin, lêdan û eşkencedanê û bi hezaran haletên revandina welatiyên Kurd ji aliyê çekdaran ve rû didin.

 

Qedriye Îbrahîm Elî
Qedriye Îbrahîm Elî