Li Diyarbekirê erdhejek bi bi lerza 4.2 pileyan rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê erdhejek bi lerza 4.2 pile li gorî pîvera Richterê rû da.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Çungûşa Diyarbekirê erdhejeke bi lerza 4.2an pêk hat.

Hat diyarkirin ku erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Derbarê erdhejê de, heta ti agahî derbarê ziyanên canî tune ne.