Kiwîstan Mihemed: Em dixwazin ciwanên me bibin xwediyên karên xwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Kar û Karûbarên Civakî tekez kir, ew dixwazin ciwanên Herêma Kurdistanê han bidin ku bibin xwediyê kar û pîşeyên xwe. Her wiha got: “Kabîneya Nehemîn kar li ser vejandina sektora taybet û peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan dike.”

Li Çemçemalê îro Navenda Perwerdeya Pîşeyî hat vekirin. Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî Kiwîstan Mihemed di konferanseke rojnamevanî de derbarê vekirina navendê de axivî û got: “Armanca me ji vekirina navendên bi vî rengî ew e ku em ciwanên xwe fêrî pîşeyên cuda bikin. Komîteyên Wezareta Kar û Karûbarên Civakî bi berdewamî bazarê dinirxînin, da ku bibînin ka çi pîşe li bazarê ji bo derfetên kar ji ciwanên me re guncaw in.”

Kiwîstan Mihemed  got: “Hejmarek mezin ji ciwanên Herêma Kurdistanê beşdarî korsên curbicur ên navendên ser bi wezaretê ve dibin û ji %30 ji wan ciwanên ku beşdarî korsan bûne, niha pîşe û karên wan hene”.

Diyar kir jî, hejmareke mezin ji ciwanan beşarî kursên perwerdeyê yên navenda perwerdeya pîşeyî dibin. Piştre ji wan re dimîne ka ew çawa dikarin ji kursan sûd werbigirin û bibin xwediyê karên xwe.

Li gorî Kiwîstan Mihemed, hejmareke mezin ji rêxistinên navdewletî ku li navendên Wezareta Karûbarên Civakî li parêzgehên Herêma Kurdistanê kursan ji ciwanan re vedikin. Piştî bidawîbûna kursan jî, hevkarî û pêdiviyan ji derçûyan re dabîn dikin, ji bo ku bibin xwediyên karên xwe.”