Serok Barzanî û Refê Îsawî rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî pêşwazî Cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Refê Îsawî kir û rewşa siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin.

Li gorî Bargeha Barzanî, Serok Mesûd Barzanî îro 4ê Hezîrana 2023an pêşwazî li cîgirê berê yê Serokwezîrê Iraqê Refê Îsawî kir.

Diyar kir jî, di hevdîtinê de gotûbê li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawiyê hatin kirin.