Li Duhokê bendaveke din tê temamkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Projeya bendava Geliyê Bendava ya navçeya Sêmêlê, weke duyemîn bendava biçûk a parêzgeha Duhokê ket warê cibicîkirinê.
Rêveberê Bendavên Parêzgeha Duhokê Ferhad Mihemed ragihand: “Ev proje piştî bendava Xansê ya Duhokê, bi 7 milyar dînar li ser bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tê avakirin.”
Got jî: “Karkirin li bendavê ji sala 2015’an û vir ve hatibû rawestandin ku ji sedî 37’ê wê temam bûye. Niha kar li ser bendavê ji aliyê Ofîsa Endezyariya Projeyê û Rêveberiya Bendava Duhokê ve tê kirin.
Rêveberê Bendavên Parêzgeha Duhokê da zanîn jî, dema ku bendav temam bibe, dê nêzîkî şeş mîlyon metrecêcar av kom bibe.