Li Duhokê yekem haleta mirina bi taya xwînberbûnê hat tomarkirin

Duhok (K24) – Li Duhokê yekem mirina ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê hat tomarkirin û kesê ku bi vê nexweşiyê canê xwe ji dest da, nişteciyê nahiya Başîkê ye û pez û çêlek xwedî dikirin.

Îro Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an, Rêveberê Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê Segvan Doskî ji Kurdistan24ê re ragihand, îro danê sibê xortekî 27 salî li Nexweşxaneya Azadî ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê canê xwe ji dest da.

Segvan Doskî diyar ku ew xort nişteciyê nahiya Başîkê ya ser bi parêzgeha Neynewayê bû û pez û çêlek xwedî dikirin.

Roja Duşemê 5ê Hezîrana 2023an, Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê Seyf Bedr ragihand, heta niha 20 kesan li Iraq û Herêma Kurdistanê ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê canê xwe ji dest dane. Herwiha tekez jî kir ku rewşa nexweşiyê di bin kontrolê de ye û heta niha bi sedan kes ji vê nexweşiyê baş bûne.

Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.

Ji bo dermankirina vê nexweşiyê, divê testên xwînê bêne kirin û nexweş ji nexweşên din were veqetandin, ji ber ku dibe nexweşî bi rêya pelandin, xwîn û pîsatiyê derbasî kesên din bibe.