Îmam Taşçier: Divê HDP vegere siyaseta xwe ya destpêkê

Parlementerê berê yê HDPê Îmam Taşçier dibêje; heger HDP bixwaze dîsa bihêz bibe divê vegere siyaseta xwe ya ji beriya 30 salan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Piştî hilbijartinan nîqaşên derbarê jinûve birêxistinkirina Partiya Demokratîk a Gelan ( HDP) de berdewam dikin. Parlementerê berê yê HDPê Îmam Taşçier dibêje; heger HDP bixwaze dîsa bihêz bibe divê vegere siyaseta xwe ya ji beriya 30 salan. Taşçier got; diviyabû HDPê namzedê serokomariyê nîşan bida. Şîrovekarên siyasî jî dibêjin; di nava HDPê de giraniya kurdan berdewam dike lê belê ji ber polîtîkayên şaş dengên kurdan ji dest dide.

Li gorî encamên hilbijartinên 14ê Gulanê HDP ya di bin navê Partiya Çepên Kesk de beşdarî hilbijartinê bûyî, li gorî hilbijartinên 2015 û 2018an rêjeyeke berbiçav ya dengên xwe kêm kirine. Polîtîkaya HDPê ji aliyê civakê ve rastî bertekên berfireh hat. Siyasetmedarên HDPê jî gotin ku ew kêmasiyên xwe qebûl dikin û dê HDPê jinûve birêxistin bikin.

Parlementerê berê yê HDPê Îmam Taşçier dibêje; bi salan e ji aliyê desthilatê ve zext û zordarî li HDPê tê kirin lê belê bi encamên hilbijartinan jî derket holê ku di polîtkaya HDPê jî de gelek kêmasî hene.

Îmam Taşçier ji K24ê re diyar kir: “Divê HDP vegere ser fikrên xwe yên ji beriya 30 salan, wê demê siyaseta kurd digot; em ji Kurdistanê re azadî û ji bo Tirkiyeyê jî demokrasiyê dixwazin. Daxwaza azadiyê ji bo kurdan daxwaza statuyê bû. Heger HDP vê siyasetê dernexîne pêş serketina wê zehmet e. Di vê pêvajoya ku nû dest pê dike de  dê kongreya HDPê bê encamdan û civîn dê bêne kirin. Dê di kongre û civînan de ev mijar derkevin pêş.”

Beşek ji siyasetmedarên HDPê radigihandin ku ew dê li aliyê ti hevpeymanekê cih negirin û dê riya sêyemîn bibijêrin. Lê bi encamên hilbijartinan re derket holê ku polîtîkaya riya sêyemîn jî neçû serî. HDPê xebatên jinûve birêxistinkirinê dane destpêkirin. Şirovekarên siyasî dibêjin; ji bo çareseriyê divê kurd bi civaka Tirkiyê re li hev bike.

Şîrovekarê Siyasî Abdulhekîm Aytek ji K24ê re ragihand: “Di nava HDPê de bandora kurdan hê jî bihêz e, lêbelê polîtîkayên wan şaş in. Divê ev polîtîka bêne guhertin, li gorî rastiya civaka Tirkiyeyê û li gorî rastiya civaka Tirkan divê ev polîtîka bê gûhertin.  Êdî dema şerê çekdarî bidawî bû, em mecbûr in bi nûnerên vana re li hev bikin.”

Li gorî siyasetmedaran, heta ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pirsa kurd neyê çareserkirin dê ti pirsgirêkên din neyên çareserkirin û heger ku HDP jî li siyaseta Kurdistanî vegere dê zêdetir piştgiriya kurdan bigire û bibe aktoreke bihêz.

Hin ji siyasetmedarên kurd  dibêjin; di heyama jinûve birêxstinkirina siyaseta HDPê de divê bandora çepê tirkan li ser HDPê nebe; berovajiyê vê yekê bandora HDPê li ser wan hebe û HDP li siyaseta Kurdistanî vegere.