Asayîşa Hewlêrê du tometbar bi tawana kuştina welatiyekî desteser kirin

Hewlêr (K24) - Rêveberiya Asayîşa Hewlêrê desteserkirina du tometbaran ji ber tawana kuştina welatiyekî li qeza Hedîpe ya li parêzgeha Enbarê, ku reviyabûn Herêma Kurdistanê, ragihand.

Îro Sêşemê 6ê Hezîrana 2023an, Asayîşa Hewlêrê daxuyaniyekê de ragihand: “Piştî zanyarî geheştin dest me ku du kes bi tometa kuştina hemwelatiyekî biryara girtina wan ji aliyê saziya dadgeha lêkolîna Hedîpe ya ser bi parêzgeha Enbarê ve hatiye dayîn û ber bi Herêma Kurdistanê ve reviyane û li sînorê parêzgeha Hewlêrê niştecîh bûne, tîmên rêveberiya Asayîşa Hewlêrê dest bi encamdana lêkolîn û dûvçûnê ji bo dîtina cîhê wan tometbaran kir.”

Herwiha hat ragihandin: “Di vê çarçoveyê de roja 6ê Hezîrana 2023an me karî li gundekî nêzîk bajarê Hewlêrê wan herdu tometbarên bi navên Ê.R.B û H.R.B bi biryara dadwerê lêkolîna Asayîşa Hewlêrê ve bigrin û di dema girtina wan de çeka cureya demançe jî li gel wan de bû.’’

Amaje bi wê yekê jî hate kirin ku: “Tometbaran di dema lêkolînê de li xwe mikur hatine û ji aliyê rêveberiya me ve tevdîrên pêwîst dê li hemberan bê girtin.’’