Dadgeha Bilind a Swêdê rê dide alîgirekî PKKê bo Tirkiyê re were radestkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Bilind a Swêdê ji bo cara yekem biryarê dide ku alîgirekî PKKê bo Tirkiyê re were radestkirin.

Dadgeha Bilind a Swêdê, di biryarekê de rê da ku alîgirekî PKKê bo Tirkiyê were radestkirin. Lê di derbarê radestkirina wî kesî de, biryara dawiyê dê Hikûmeta Swêdê bide.

Kesê ku biryara radestkirina wî hatiye derxistin, 35 salî ye û di sala 2014ê de li Tirkiyê bi tohmeta hilgirtina maddeya hişbir bi çar salan hatibû cezakirin. Ev kes piştre çûbû Swêdê û lê li ser daxwaza Serdozgeriya Swêdê hatibû girtin.

Ev biryar di demekê de ye, tê çaverekirina pêş Lûtkeya Natoyê ya meha Tirmehê de, Tirkiye endamtiya Swêdê bo NATOyê pesend bike. Tirkiye ji Swêdê 42 bergûmanên PKK, Tevgera Fetullah Gulen û çend rêxistinên çep kiribû û Swêdê heta niha kesek radest kiribû.

Di dema ku Fînlanda di meha Nîsana borî de tevlî NATOyê bû, Tirkiye hîna jî red dike ku ronahiya kesk bide Swêdê û wê tometbar dike ku ew penageha “terorîstan” e û endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dihewîne.

Li ser daxwaza Tirkiyê ya ji Swêdê ji bo girtina tedbîrên tundtir di warê têkoşîna li dijî terorê de, wek mercekê ji bo qebûlkirina endametiya Swêdê di NATOyê de, Parlamentoya Swêdê di destpêka meha Gulana borî de proseyasayeke nû ji bo rûbirûbûna dijî terorê pesendkiribû.