Ji Hewlêrê heta Diyarbekirê berhemên kevn li Stenbolê tên pêşandan

kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Li Stenbolê di 14. Festîvala Sahafan de ku berhemên nivîskî ên kevn tên nîşandan, ji rojnameyan heta pirtûk û belgenameyan gelek berhemên kevn cîh digirin, di nav wan berheman de rûdanên li bajarên bakurê Kurdistanê yên hezar û 500 sal berê tên behskirin.

Di nava her pelên rûpelên wan de bûyer û rûdanên girîng ên zemanên berê ycîh digirin ku nimûneyekê wan a din zehmet tê peydekirin.

Berhemên nivîskî yên kevn ku behsa hadîseyên dîrokî yên li Ewropa heta Kurdistanê rû dane dikin di festîvala Sahaf a Beyoglu ya Stenbolê cîh digirin.

Di nav berheman de ev berhema kevn a bi navê “Vakayiname” behsa bûyerên sala 494 û 507an a li bajarên Bakurê Kurdistanê dike û tê da ji Hewlêrê heta Diyarbekirê nexşeyek jî cîh digire.

Li gel pirtûk, rojname, kovar û belgenameyên dîrokî gelek qasetên hunermendên Kurd jî di festîvalê de tên pêşandan.

Sahafkar Muyesser Ceylan ji K24ê re got: “Eleqeya bo sahafkarî û bo pirtûkên kevn li gor par hindik bibe jî lê ev çand tu car têk naçe. Hezkiriyên vê yên taybet hene û hin geştyar hene hemû berhemên nivîskarekî ku bi zimanên cuda hatine nivîsin bi xwe re dibe.”

Zêdetir kesên geştyar û xwendekar eleqe nîşanî festîvalê dikin.

Xwendekar Beytullah Şadran dibêje: “Hin pirtûkên min xwendine hene ku ez dibînim li vir çapên wan ên kevn hene û ez pê dilxweş dibim. Heta ku ev eleqeya me hebe kultira sahafê anku pêşandana berhemên kevn dê her hebe.”

Festîvala sahafan ku ji hêla Şaredariya Beyoglu ve ev cara 14. tê sazkirin heta 11ê vê mehê dê bidome.