Serok Barzanî li ser pirsa zeviyên Kerkûkê bi berpirsên Iraqê re di pêwendiyê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî derbarê pirsa zeviyên gundên Topzawa û Tirkelan yên Kerkûkê de bi Serokwezîrê Îraqê û berpirsên Bexdayê re di pêwendiyê de ye.

Berpirsê liqê Sêyemîn ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Kerkûkê Mihemed Kemal ji K24ê re ragihand, Serok Barzanî daxwaza rawestandina destêwerdana leşkerî li ser zeviyên cotkarên Kurd li navçeyên Kurdistanî kiriye.

Berpirsê Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê da zanîn, berpirsên Bexdayê soz dane Serok Barzanî ku dest ji tedbîrên leşkerî berdin û neçin gundên Topzawa û Tirkelan.

Herwiha soz wê yekê ji Serok Barzanî re hatiye dayîn ku biryara avakirina komelgeheke niştecihbûnê li gundê Tirkelan ji bo efserên artêşa Iraqê were rawestandin.