Şeş keçên Êzidî bi kesûkarên xwe şad bûn

Şeş keçên Kurdên Êzidî ku beriya çar rojan hatin rizgarkirin, îro li bajarê Duhokê bi kesûkarên xwe şad bûn.

Hewlêr (K24) – Şeş keçên Kurdên Êzidî ku beriya çar rojan hatin rizgarkirin, îro li bajarê Duhokê bi kesûkarên xwe şad bûn.

Di êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê li dijî Şingalê ya sala 2014an de, DAIŞê hejmareke mezin ji Êzidiyan revandin û hejmarek jê jî kuştin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê ofîsek ji bo rizgarkirina revandiyên Êzidî damezrandiye û li gor datayên ofîsê, DAIŞ 6 hezar û 417 Kurdên Êzidî revandine, ji wê hejmarê 3 hezar û 548 kes jin in û 2 hezar û 869 kes jî mêr bûn, ji vê hejmarê 3 hezar û 568 kes hatine rizgarkirin.

Roja Şemiyê 3ê Hezîrana 2023an, Keça Kurd a Êzidî û Damezrînera Rêxistin 'Destpêşxeriya Nadya' û Balyoza Niyetpakî ya Neteweyên Yekgirtî Nadya Murad ragihandibû: “Bi hewldanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê şeş keçên din ên Êzidî hatin rizgarkirin, keçên rizgarkirî di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn dîlgirtin, dema ku hîn zarok bûn, ji Iraqê ber bi Sûriyê hatibûn birin û sibeha roja şemiyê hatin rizgarkirin, hemû piştevaniyên derûnî û civakî dê ji bo wan werin dabînkirin.”