Swîsreyê li ser şandina çekên welatê xwe bo Ukraynayê rizamendî da

Encûmena Pîran a Swîsreyê yasayeke hemwarkirî pesend kir, ku rê dide hinardekirina çekan bo Ukraynayê.

Hewlêr (K24) – Encûmena Pîran a Swîsreyê yasayeke hemwarkirî pesend kir, ku rê dide hinardekirina çekan bo Ukraynayê.

Li gor malpera Parlamentoya Swîsreyê, "welatên ku kelûpelên serbazî yên Swîsrî dikirrin di jêr şert û mercên diyarkirî de rê ji wan re hatiye dayîn ku dubare hinardeyî wan welatan bikin ku di şerê çekdarî de beşdar in".

Swîsreyê beriya niha daxwazên Almanya, Îspanya û Danîmarkayê red kiribû ji bo şandina teqemeniyên Swîsreyê bo Ukraynayê, ji ber bingeha bêalîbûna serbazî.

Li aliyê din, Moskow çend caran ragihandiye ku dabînkirina çekan ji bo Ukraynayê helwesta Rûsyayê naguherîne, tenê nakokiyan dirêj dike.