Li Geverê wesayîta zirxî li zarokekî da: Zarokê 5 salî canê xwe ji dest da

Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî zirxî ya çawişekî pispor, li zarokekî da.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Geverê ya ser bi parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê, wesayîtekî zirxî ya çawişekî pispor, li zarokekî da û di encamê de zarokê 5 salî canê xwe ji dest da.

Li gor nûçeya malpera Yuksekova Haber, wesayîta zirxî ya çawişê pispor yê Fermandariya Cendirme ya Navçeya Geverê li ser rêya Wanê, li zarokê 5 salî yê bi navê E.A qelibî.

Hat ragihandin, zarokê ku li cihê bûyerê canê xwe ji dest da, rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Li gor agahiyan, Serdozgeriya Komarî ya Geverê derbarê bûyerê de dest bi lêpirsînê kiriye û hat îdiakirin ku çawişê pispor hatiye desteserkirin.