Li Diyarbekirê bi hêza 3,8 pile erdhej rûda

Li navçeya Çunguş a ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 3,8 rûda.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Çunguş a ser bi parêzgeha Diyarbekirê ya Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi pileya 3,8 rûda.

Serokatiya Rêvebirina Rewşa Bilez û Karesatan (AFAD) li ser malpera xwe ragihand, li navçeya Çunguş a ser bi parêzgeha Diyarbekirê, bi hêza 3,8 pile erdhej qewimî.

AFADê diyar kir ku erdhej di demjimêr 21:23 xulekan de û 7 kîlometre di bin erdê de rûdaye.

Sibeha roja 6ê Sibata 2023an li navçeyên Pazarcix  û Elbîstanê yên parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê 2 erdhejên bi hêza 7,7 û 7,6 rû dabûn û di encamê de zêdetirî 50 hezar kesan canê xwe ji dest dan